Yekiti Media

Îro karwanek leşkerî ji bo hêzên hevpeymanîya navdewletî derbasî Kurdistana Sûrîyê bû, di riya dergehê El-Welîd yê sînorî digel Herêma Kurdistanê Iraqê re .

Ev karwan bi dehên kamyonên barkirî bi otomobîlên leşkerî û topan û digel kamyonên girtî pêk dihat .

Karwanê ji Girkê Legê û Çilaxa û Tirbespîyê de derbas bû, û berê xwe da bargehên hêzên hevpeymanîya navdewletî di deverên ku di bin kontrola hêzên Sûriya Demokrat de li Kurdistana Sûrîyê û bakurê Sûrîyê.