Yekiti Media

Îro çarşemê 10ê Sibata 2021an, birêz Newaf Reşîd serokê nûneratîya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li herêma Kurdistanê bi nûnerên partiyên kurdî yên girêdayî bi ser ENKS ê ve li kampa Barîka ya penaberan li parêzgeha Silêmaniyê re civiya..

Reşîd bi zelalî axivî li ser rol û erkên nûneratîya ENKSê ve, û tekezî kir li ser girîngbûna berdewamîya peywendiyan di gel penaberan ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku li hemberî wan diqewimin li herêma Kurdistanê û herwiha guhdarîkirina nêrînên wan bikin.

Ji aliyekî din ve birêz Reşîd li ser hemû pêşveçûnên konevanî li ser asta Sûrî û Kurdî axivî, û helwesta ENKS ê derbarê wan şîrove kir û herwiha anî ziman ku sitratêjiya ENKS ê ya herî rast e di kirîza Sûrî de.

Di dawiya hevdîtinê de beşdarvanan kêfxweşîya xwe dan nîşandan û spasiya serokê nûneratîya Encûmena Niştimanî kirin li ser sînga wî ya fireh ku bersiva pirsên wan da.