Yekiti Media

Roja Pêncşemê li bajarê Silêmaniyê li Kurdistana Iraqê şandek partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya li gel şandek partiya Dîmuqratî Kurdistanî – Sûriya civiya.

Di civatê de pêşhatên dawî yên siyasî li ser asta Navdewletî û herêmî yên girêdayî rewşa Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybet hate gengeşekirin.

Di heman civatê de şêwên kar û çalakiyên hevbeş û aktîv kirina Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Silêmaniyê hat behs kirin.

Tê zanîn ku herdû partî endamê  Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ne.