Yekiti Media
Welatiyê Kurd Ebdulrehman Îbiş Beko ji ber dijwariya birînên xwe ji ber eşkenceyê pakrewan ket.
Beko ji hêla milîsên rikberiya Sûrî hatibû binçavkirin û li rastî eşkenceyê hatibû û di encama wê de pakrewan ket.
Jêderna ji Efrînê ji Yekîtî Mîdiya re diyar kirin ku Beko xwedanê xwaringeheke Fûl û Felafil bû û dûrî rahijtina çekan bû.
Tê zanîn ku Ebdulrehman Îbiş Beko ji gundê Girzêlê bû yê bi ser devera Şiyê û xwedan Xêzan bû û bavê Sê zarokan bû.