Yekiti Media

Esayişan milîsên Bervaniya Niştimanî ya bi ser rêjîma Sûriyê ve bi teqîna Qamişlo tewan bar kirin.

Ew tewan barî Esayişê di daxuyaniyekê de ragihand û tê de hat milîsên Bervaniya Niştimanî rêbendeke Esayişan bi du bumbeyên dengî armanc kirin, lê bê ku tu ziyana encam bide .

Di heman daxuyaniyê de diyar kirin ku ew milîs dixwaze germûliyê li bajar pêda bike û pêrabûnên wan li dijî belavbûna Korona têkbibin.

Tê zanîn ku du kesên nenas rêbendeke esayişên rêveberiya PYD li ser çaryana kolana Qiwetlî û taxa Eltey bi bumbeyeke dengî arman kirin.