Yekiti Media

Wezareta karê derve ya Emerîkî 10 melyon Dolar weke xelat destnîşan kiriye ji çi kesê ku agahiyan li ser nûnerê hizb Elaha Libnanî li Iraqê şêx Mihemd Elkewseranî ji wan re pêda bike.

Wezareta Emerîkî ragihand ku Kewseranî kar milîsên ne di bin kontrola hikûmetê de hêsan dike, ew hêzên ku bi tundî bersiva xwepêşindan didan û destê wan di kuştin û revandina xwepêşinderan de heye, ji bilî berpirsiyara wan di ber bûyerên cînayî de.