Yekiti Media
Serok Mesûd Barzanî piştevaniya xwe ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mustefa Kazimî re ragihand û hêviya serkeftinê jê re xwast.
Barzanî pêwendiyeke telîfonî li gel Kazimî girêda û tê de piştivaniya xwe ji bo kabîneya wî ragihand û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Di heman mijarê de her yek ji serokê herêma Kurdistanê Nîçirvan Barzanî û serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî piştivaniya xwe ji Kazimî re Ragihandin.