Yekiti Media

Wezîrê Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê radigihîn, 139 kes ji ber ne pabendiya bi rênimayên tenduristiyê, bi vîrusa Korona ketine, û ev nîşaneke metirsîdare.

Di heman mijarê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişknîn li dijî belavbûna veyrûsa Korona (covid19)  6 kesên din li Hewlêrê tûşî verûsê bûn.

Ji aliy; xwe ve Wezîrê Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di daxuyanyekê de got ” Ev hejmar nîşaneke metirsîdar e, pêwîste hemû welatî agahdar bin û ji malê dernekevin û bi kesên din re têkel nekin, ji bo karesata belavbûna Korona rû nede.