Yekîtî Mîdiya
Dibin nave” li ser sazé em rengan nîgar dikin” fistîvala buharé ya 3é mîn ku bi serpereştiya réxistina ciwanén sewa û navenda erîdo ya civaka sivîl û dîmoqratiyé pirogramé xwe berdewam dike yé ku ji roja 2/5/2015 dest pékiribû û wé 5 rojan bimîne lidar li taxa kornîş ya bajaré qamişlo.
Û di roja xwe ya çaran de û bi beşdarbûna hijmarek mezin ji welatiyén bajér 4 tablo hatin péşkéşkirin ku ewjî evin: şanok bi nave “cedel” ji aliyé koma eştar ve, fîlmek kurt bi nave “ne diyarî” yé derhéner dilér yûsiv , û 2 tablo ji aliyé koma xelat ya filklora kurdî ve ku ji dîlan û mozîké pék dihatin hatin péşkéşkirin ,péşangehek wéneya ji aliyé hijmarek ji wénekéşan ve hatibû amadekirin.
Nînos şabo yek ji komîta amadekar ya fistîvalé ji yekîtî mîdiya re axivî û got: armanca me ji vé fistîvalé ewbû ku em bidin xuyakirin hevjiyan rastî ya civaka xelkén heréma cizîré çi di waré netwî de û çi di ware olî de.
Té zanî ku ev 3é sala ev festival li dardikeve li bajaré qamişlo û gelek wéneyén honerî û çandî téde tén péşkéşkirin.
YEKITI MEDIA