Yekiti Media

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li Vatîkan li gel Papa Firansîs, papayê Vatîkan civîya.

Herdû aliyan di civînê de, rewşa niha ya Îraqê, deverê û rewşa bi hev re jîyana olî, neteweyî û rewşa Kirîstayanan li Îraqê û Herêma Kurdistanê gengeşe kirin.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, spasiya Papayê Vatîkanê kir li beranber peyam û şîretên wî bo aştîxwazîyê, lêburînê û bi hev re jîyana gelan û pêkhateyên cuda yên cîhan, Îraq û deverê.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, tabloyek derbarê rewşa niha ya Kurdistanê pêşkeş kir, bi taybetî li rûyê bi hev re jîyana olî û neteweyî, ku hemû bi aramî  dijîn û mafên xwe yêm mirovî û olî û kelturî bicih dikin.