Yekiti Media

Desteya serokatiya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS roja Duşemê li Hewlêrê paytext li gel berpirsê beşê siyasî di quslxaneya Birîtanî civya û li gel wî hin mijarên siyasî giftûgo kirin.

Derbarê vê hevdîtinê desteya serokatiya ENKS daxuyaniyek belav kir û tê de hat ku berpirsê Birîtanî kêfxweşiya xwe derbarê nêzêk bûna aliyên Kurdî li Sûriyê diyar kir .

Di heman daxuyaniyê de hat ku berpirsê siyasî di qunslxaneyê de dilgiraniya xwe derbarê rêjeya nûnertiya Kurdan di komîta Desrûrî de eşker kir .

ENKS di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku wan rewşa siyasî li gel berpirsê Birîtanî gengeşekirin û ew agedarê rewşa heyî li Kurdistana Sûriyê kirin.

Tê zanîn ku desteya serokatiya ENKS serdana paytexta herêma Kurdistanê dike da li gel hin aliyên Navdewletî biccive.