Yekiti Media
Di encama gulbaranekê li xwaringehekê li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana Iraqê Cîgirê qunsilê Tirkiyê roja Çarşemê hate kuştin.
Esayişên Hewlêrê di daxuyaniyekê de ew nûçe piştrast kirin û diyar kirin ku Cîgirê qunsilê Tirkiyê hate kuştin û du kesên din birîndar ketin.
Ji hêla xwe ve wezîrê karê derve yê Tirkî Mewlûd Çawîş Oxlo diyar kir ku wan pêwendî li gel serokê herîmê Nîçirvan Barzanî û serok wezîr Mesrûr Barzanî derbarê vê bûyerê girêdane.
Tê zanîn k utu aliyan ta vê gavê ew bûyer li xwe ne girtine.