Yekiti Media
Xwecihiya Dirbêsiyê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS salvegera Heftemîn ya pakrewaniya çalakvan Ciwan Gutna roja Duşemê 25-3-2019 li ser gora wî li gundê Til Kidîşê vejand.
Gotina Emandariya ENKS ji hêla Silêman Oso hate pêşkêşkirin tê de li ser piransîpên pakrewaniyê axivî û rola û bandora ciwanan di dadan şoreşan ûberdewamiya wan de anî ziman.
Di heman helkeftê de Idrîs Elşêx Gotina xwecihiya Dirbêsiyê xwend tê de li ser xebata Ciwan axivî .
Tê zanîn ku çalakvan Ciwan Gutna yek ji endamên hevrêza Ehrar Eldirbêsiyê bû û di roja 25-3-2012 ji hêla girûpeke nenas hate revandin û kuştin.