Yekiti Media

Polîsên leşkerî yên bi ser bi partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD li hijmarek bajarên Kurdistana Sûriyê dest bi hilmeteke binçavkirina ciwanan jib o leşkeriya neçar roja Duşemê 25-3-2019 kirin.

Jêderekî ji bajarê Tirbesipiyê ji malpera Yekîtî Mîdiya re diyar kir ku polîsên PYD yên leşkerî li nav bajêr belavbibûn û li ser riyên serke û li ser çaryanan sekinîbûn û ciwan binçav dikirin.

Heman jêderî eşkere kir ku polîsan êrîşî devera çeksaziyê li bajêr kirin û li wê deverê hejmarek ciwan jib o leşkeriya xwe ya neçar binçav kirin.

Tê zanîn ku rêveberiya PYD ya xweser zagona leşkeriya neçar li ser ciwanên Kurdistana ferzkiriye û wan bi zorê ji bo çeperên şer vediguhêze.