Yekiti Media

Li bajarê Qamişlo ahenga roja cîhanî ya Jinê ji hêla Esayişên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD hate qedexekirin û rê li ber berdewamiya wê hate birîn.

Emandariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê  ENKS derbarê wê binpêkirinê daxuyaniyek belav kir û diyar kirk u ahenga ku Encumanê bi boneya roja cîhanî ya Jinê li darxistibû ji hêla Esayişan ve hate qedexekirin û rê li ber berdewamiya wê hate birîn.

ENKS kiryarê Esayişên PYD bi tundî şermezarkir, û di daxuyaniya wê de hat “kiryarê îro tekeziyek ku ragihandinên PYD derbarê  rêdanê li pêşiya çalakiyên ENKS dereweke mezine û PYD di binpêkirinan de berdewame”.

Tê zanîn ku ahengên bajarên Amûdê Dêrikê Hesekê li rastî tu astengî û piresgirêkan ne hat û bi aramî bi dawî bûn.