Yekiti Media

Bi helkefta roja cîhanî ya Jinê xwecihiyên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li gelek bajaran ew roj vejandin û aheng li darxistin.

Peyamnêrên malpera Yekîtî Mîdiya Diyar kirin  ku li Hesekê Amûdê Dêrikê aheng bi boneya roja cîhanî ya Jinê û bi amadebûna hijmarek ji alîgirên Encumanê hatin li darxistin.

Peyamnêrên me Ragihandin ku di heman ahengan de gotin ENKS bi Zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.

Di gotinên ENKS de dîroka xebata Jina Sûrî û ya Kurd hate ziman, û Encumanê piştgiriya xwe ji xebata Jinê re diyar kir û di heman gotinê de doz li Jinê hat kirin ku xwe di hemû waran de li pêşxe û xebata xwe bi hêz bike.

Tê zanîn ku aheng li bajarê Qamişlo ji hêla ENKS hatibû li darxistin lê Esayişên PYD rê li ber berdewamiya wê ahengê birîn û bi dawî kirin.