Yekiti Media

5 leşkerên hêzên Sûriya Dîmuqrat HSD Di encama teqîneke xwekuj de li derdora bajarokê Sebe û Ebeîn (47) ya bi ser parêzgeha Hesekê ve  hatin kuştin û 2 leşkerên Emerîkî birîndar ketin.

Rewangeha Sûrî ya mafên Mirova ragihand ku Xwekujekî bi otombîleke bumbekirî xwe li ser rêbendeke Esayişan bi karwanek ji hêzên Sûriya Dîmuqrat HSD û artêşa Emerîkî demjimêr 11 nîvro roja Duşemê xwe teqand, û di encamê de kuştî û birîndar ketin.

Heman jêderan diyar kirin ku piştî wê teqînê hêzên Hevpeymana Navdewletî ew rê li pêşiya tevgera çûn û hatinê birîn, û firokeyên wê bi şêweyekî ber fireh li ser wê deverê di firiyan.

Tê zanîn ku di kêmî 10 rojan de ev teqîna duyemîne ku hêzên Emerîkî li Sûriyê armanc dike.