Yekiti Media

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Elmuelim ragihand, ew tu statoyeke Kurdî serbixwe yan federalî li Sûriyê qebûl nakin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê li Şamê di hevdîtina ligel mamoste û xwendekarên zanîngeha Şamê diyar kir, Kurd beşeke girîng ji tevya Sûriyê û ji berjewendiya dewletê her dem hikûmet amade ye pê re danûstandinê bike.

Muelim tekez kir, ew ew ti keyanekî Kurdî ya serbixwe yan federalî li Sûriyê qebûl nakin û ti alternativ ji bilî vegera ji hembêza dewletê re nine.

Wezîrê Derve yê Sûriyê amaje bi wê jî kir, divê Kurd li pişt xewna Amerîkayê neçin.