Yekiti Media

Yekîneyên Parastina Jinê YPJ yên bi ser partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD ve zaroka bi navê Iwêş Bozan Bozan li Kobanê Revandin û tevlî navendeke leşkeriyê kirin.

Malbata Iwêş belgeyên jidayikbûna zaroka xwe diyar kirin ku temenê wê 16 sale.

Heman malbatê bang li rêxistinê navdewletî û yên pispor bi mafê zarokan kirin ku destwerdanê di vê kirîzê di bikin û zaroka wan ji leşkeriyê dûr bixin.

Tê zanîn ku hêzên leşkerî yên bi ser PYD ve li gel Banga Cinêv rêkeftina dûrbûna zarokan ji leşkeriyê di sala 2014 emzekirine.