Yekiti Media

Leşkerên girûpên çekdar yên bi ser rikberiyê ve du kesên sivîl roja Çarşemê 26-9-2018 li Efrînê  revandin.

Li gor agahiyên ku çalakvanên Efrînê belavkirine çekdaran her yek ji Rênas Mihemed Hesen û Mistefa Cimaa Hesen ku xelkên devera Basota ne ji ser rêbenda Tirinda revandin û ta vê gavê çarenivîsa wan ne diyare.

Ji layê xwe ve encumana niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS kiryarên  girûpên çekdar yên bi ser rikberiyê ve şermezarkir.