Yekiti Media

Berdevkê Serok komariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di kombûneke rojnamevanî de diyar kir ku, cîbicî kirina rêkeftina Minbicê dereng ketiye, û got  “Divê Emerîka guh bide dilgiraniya Tirkiyê û nexşereya Minbicê bibe serî “.

Kalin ragihand ku pêwîste rêkeftina wan li gel Emerîka li Minbicê cîbicî bibe û wanme 90 roj danîbû pêşiya xwe û  Divê ev nexşerê dereng nekeve.

Tê zanîn ku serok komarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gelek caran bang li Emerîka dike ku di zûtrîn dem de rêkiftina Minbicê cîbicîbibe.