Yekiti Media
Di bûyerke tiravîkê de du ciwanan ji heman malbatê roja înê li bajarê Amûdê jiyana xwe ji dest dan
Bi sedan welatiyên Amûdê û gundwarê wê herdû ciwanên kurd ( Beşar Nasir Ebdî, Şiyar Fêsel Ebdî) roja Şemiyê li gundê Dîkê bi xakê sipartin.
Herdû ciwan li nêzî gundê Cewheriyê li ser riya serke di navbera Amûdê û Dirbêsiyê de motosîklek dajotin û li hinberî wan Vanek bilez kete rûwê wan û ew bûyer rûda.
Jêderkî ji gundê Cewheriya ji malpera Yekîtî mîdiya re diyar kir ku ajotina bilez sedema sereke bû ji wê buyerê re..
YEKITI MEDIA