Yekîtî Media
Kordînatorê Netewên Yekgirtî li Sûryê Elî Ze’iterî di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara xelkên ku ji bajarê Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar mişext bûne, ji hejmara mişextên navçeya Xûta Rojhilatê Şamê bêtir e.
Ze’iterî got jî: “Heya niha Tirkiyê ti daxuyanî derbarê derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo bajarê Efrînê nedaye û Niha 180 hezar kes ji Efrînê mişext bûne û rewşa wan xerab e”.