Yekîtî Media
Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert,red kir ku welatê wê derberê Minbicê ti rêketin li gel Tirkiyê kiribe û ragihand, ku hêzên Amerîkî ji Minbic dernakevin.
Berî niha wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû ragihandibû, ku derbarê pêşeroja Minbicê, di navbera Enqerê û Waşingtonê de “Têgihiştineke hevbeş” heye û Tirkiyê daxwaz ji Amerîka kiriye ku ji wê navçeyê derkeve û hêzên xwe ji rojavayê Firatê bikişîne, lê peyvdara wezareta derve ya Amerîka ew yek red kir.
Nauert got: “Dibe ku peyvên cuda bên bikaranîn, rêketin, lihevtêgihiştin. Lê tenê ez vê yekê dibêjim, gotûbêjên me li gel Hikûmeta Tirkiyê berdewam in û bidawî nehatine û wê berdewam bin”.