Yekîtî Media
Çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve bi temamî av li ser Efrînê qut kirin.
Piştî ku wan çekdaran bi piştevaniya artêşa Tirkiyê gundê Metîna û sentrala sereke ya ava Efrînê kontrol kirin, av bi temamî li ser Efrînê qut kirin.
tê zanîn ku,hejmara nişteciyên Efrînê tevî koçberan 600 hezar derbas kiriye û qutkirina avê karesateke mirovî bi xwe re tîne.