Yekîtî Media
Peyvdarê bi navê sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Staffan Du Jarik di kongireyekî rojnemevanî de, daxwaz kir, ku operasyona serbazî ya artêşa Tirkiyê li Efrînê bê rawestandin û got: “Her dema ku şer tund dibe gihandina alîkariyan ji bo kesên sivîl dijwar dibe”.
Du Jarik got jî: “Her rojeke nû azarên bêtir li gel xwe tîne û metirsiya çêbûna şerekî berfireh di navbera aliyên şerker de li Sûriyê zêde dike”.
YEKITI MEDIA