Yekîtî Media
Ji bo cara yekem Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîş bir nava xaka Tirkiyê,YPG odeya operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li Navçeya Qiriqxanê ya Hatayê armanc kirin û 7 leşker û çekdar kuştin.
Li gor daxuyaniyekê YPGê, şervanên YPGê bi operasyonekê odeya operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê li Navçeya Qiriqxanê armanc kirin û di encamê de 7 leşker û çekdarên wê operasyonê hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.
YEKITI MEDIA