Yekîtî Media
Jêderekî pile bilind yê Tirkiyê ragihand, ku Enqera li ser Washintonê pêşinyar kiriye ku hêzên Sûriya Demokrat ji bo rojhilatê çemê Firatê bêne vekişandin û li cihê wan, li Minbic hêzeke Tirkî-Amerîkî were bicihkirin.
Li gorî ku hatiye belavkirin, hîn Amerîka biryara xwe li ser wê pêşinyarê nedaye, lê gotiye ewê vê pêşinyarê gotûbêj bike û paşê bersiva xwe bide.
YEKITI MEDIA