Yekîtî Media
Li gorî raporteke govara Newsweek ya Amerîkî, sala derbasbûyî dema ku şandeke Iraqî bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana Amerîka Kiribû û li gel serokê wî welatî civiya bû, piştî civînê serokê Amerîka derbarê şanda Iraqî ji berpirsên dora xwe re gotibû: Ez li gel mezintirên şanda dizan civiya bûm.
Berpirsekî berê yê rêveberiya Amerîkî ji govara navhatî re got: “Piştî ku civîna serokê Amerîka Donald Trump li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û şanda pêre bidawî hat, Trump ji kesên nêzîkî xwe re got: Demekê berî niha ez li gel girûpekê ji dizên gelekî jêhatî re civiya bûm”.
Heman govarê diyar kir, ku berî niha “Amerîka di sala 2014an de milyarek û 700 milyon Dolar weke alîkariyeke mirovî da Iraqê, lê berpirsên Iraqî ew pere ji xwe re birin”.