Yekîtî Media
Nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê xwe ji civîna desteya siyasî ya hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê vekişandin.
Jêderkî ji ENKSê ji Yekîtî Media re eşkere kir ku vekişandina nûnerê ENKSê hat wek protesto li ser biryarên ku hatin standin, û navkokiyên ku di nav herdû aliyan de derketin, li dor helwesta ji PKK û PYD û ji êrîşa li ser Efrînê.
Derbarî vê rewşê çaverê ye ku civînek bilez bê girêdan ji serokatiya ENKSê re , û komîta pêwendiyên derve û nûnerên ENKSê di hevpeymaniyê de jibo gengeşe kirina vê mijarê.