Yekîtî Media

Dadgeheke girêdayî partiya Yekîtiya Demokratîk, roja înê 29ê berçile, saleke zindan li ser Salih Cemîl Umer endamê komîta navendî ya PDK-Sê birrî.

Tê zanîn ku Salih Cemîl Umer roja 23ê tebaxê li nivîsingeha xwe li bajarokê Girkê Legê hatibû girtin, û ev nêzîkî çar mehane di zindanên PYDê de girtî ye.

Rewşa tenduristî ya Salih Cemîl Umer pir xirab ketiye jiber ku ew  bi nexweşiya zextê nexweş ketî ye.