Yekîtî Media

Nirxê dolarê Amerîkî li pêşiya lîreya Sûrî li bazarên parêzgeha Hesekê pir nizim bû ta gihişt 430 lîre.

Nirxê dolar gihişt 385 lîre Sûrî û piştre cardî bilindbû ta gihişt 425 lîre , nirxê dolar çend mehan di navbera 500 ta 550 lîreyî de mabû .

Amir Mijwel xwediyê kompaniya pevguhertina peran ji Yekîtî Media re eşkerekir, ku dawîbûna şerê li dijî Daişê û nêzîkbûna çareseriya siyasî li Sûriyê û daxistina tibabên mezin ji pereyên ejnebî bo bazarê ew sedemên ku hiştin nirxê dolar pir nizim bibe.