Yekîtî Media

Artêşa Tirk, piştî ku leşkerên xwe şandin Îdlibê, niha jî li ser sînorê Efrînê amadekariyan dike. Bi vê armancê, ji gelek deverên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ber bi sînorê Efrînê ve hêz tên şandin.

Vê carê jî, ji bargehên Meletiyê ber bi sînorê Efrînê ve gelek alavên topavêj û leşkerî hatin şandin.

Du roj berê jî, gelek tank û zirîpoş û leşkerên komando ber bi deverê hatibûn şandin.