Yekîtî Media 5/11/2017
Berdevkê serokomariya Tirkiyê ragihand ku li ser daxwaza Tirkiyê, Rûsya konferansa Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê bi paşxist.
PYD ji bo konferansê hatibû vexwendin, Tirkiyê jî bi her awahî li dij bû ku PYD û hemû rêxistinên din yên PKK beşdarî konferansê bibin.
ENKS jî hatiye vexwendin, û serokê wê Îbrahîm Biro got ewê beşdar bibin.
Dihate çaverêkirin ku konferans 18 vê mehê li bajarê Soçî li Rusya çêbibe û wê nêzîkî 1300 kes beşdar bibana.