Yekîtî Media 27/8/2017

Komgeheke çek û teqemeniyê ya Hêza Pêşmergeyên Zêrevanî li gundê Reşkînê li derdora Hewlêrê teqiya.

Hat ragihanidn, Komgeheke çek û teqemeniyê ya Hêza Zêrevanî li gundê Reşkînê li derdora Hewlêrê teqiya, berpirsekî eşkerekir ku sedema teqîn û agir ti pêwendiya wê bi rûdaneke terorî re nine.

Ji aliyê xwe ve berevaniya sivîl li Hewlêrê tekezkir ku tu ziyanên canî di encama teqînê de çê nebûne.