Yekîtî Media 10/8/2017

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş bang li hemû alîgirên Demokrasiyê dike ku, di çarçoveya bernameyek hevpar de li hember AK Partî werin ba hev.

Nivîskarê rojnameya Evrensel û parêzer Kamîl Tekîm Surek, li Girtîxaneya Edîrne serdana Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş kir û derbarê hevdîtina xwe de agahî dan.

Da zanîn, di serdanê de Demîrtaş gotiye, li Parlamentoyê çi gotine heman tişt li derve jî gotine û lê jiber wan gotinan niha tên dadgehkirin.

Her weha da zanîn, divê eniya demokrasî bi awayek aşkera bikare bêje dixwaze çi bike û bernameyek hevkar çê bike.

Her weha Demîrtaş xwest, hemû aliyên demokrasî beşdariya civîna giştî ya CHPê bibin ku li Çanakakelê bi navê dadê tê darxistin.