Yekîtî Media 1/8/2017

Li bajarê Hesekê, roja yekşemê 30 tîrmehê, rêxistina Aşna ya ciwanan navendeke çakkirina kompyuteran bi rêveberiya 3 jinan vekir, ku yekemîn navende li bajarê Hesekê jin tê de kar dikin.

Sîmav Mio yek ji jinan ji Yekîtî Media re ragihand, ku ew ji vî karî hez dike, û wan xuleke fêrkirina çakkirina kompyuteran bidawî kiriye.

Ev navend berhema projeyekî bû ku rêxistina Aşna ya ciwanan bi hevrêziyê ligel rêxistina Şar ya geşepêdanê bicîkirin.