Yekîtî Media 24/7/2017

Ciwanê bi navê Mwefeq Seîd Hisên , doh yekşemê, jiyana xwe jidest da jiber birînên wî, ku yek ji birîndarên komkujiya Newroza 2015an li taxa Miftî ya Hesekê bû.

Mwefeq Hisên temen 25 salî ye ji xelkên bajarê Hesekê ye, bi giranî birîndarbû di encama teqîna Newroza 2015an li Hesekê, û li goristana Mitib li devera Ebû Hecer li bajarê Hesekê bi xakê hat sipartin.