Yekîtî Media 19/7/2017

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di civîna grûba parlementerî ya Partiya xwe de gotinên tund hemberî Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bikar anîn û ew bi tirsonek binav kir.

Kiliçdaroglu got: “Ger tu biwêre fermo, ku tu ne tirsonek be fermo! Di medyaya te bi xwe de, em 15ê Tîrmehê gengeşe bikin. Derkeve pêşiya min, ez bangê li te dikim, de fermo! Ku tu ne tirsonek be were! Kî rastiyan dibêje, her kes bere bizanibe”.