Hewlêr – Li bajarê Edenê yê Tirkiyeyê, komek kurdên ku dixwestin konê şînê ji bo şehîdên Kobanî vegirin, rastî êrişa tund a hêzên polîs hatin.

Îro danê nîvro 12 kesên kurd li nav parka Înonu ya bajarê Edenê yê Tirkiyeyê kom bûn û xwestin konê şînê ji bo şehîdên Kobanî vegirin.

Lê dema wan kon vedigirtin rastî êrişa tund a hêzên polîs hatin û hemû hatin girtin, di nav wan de du jin jî hebûn.

(Rûdaw)