Yekîtî Media 30/4/2017

Malpera Yekîtî Media cihê ketina avêjtokeke artêşa Tirkiyê li gundewarê Amûdê, roja înê 28ê nîsanê, belgekir.

Ew avêjtok di navbera sînorê gundê Dîkiyê û yê Erebkend ketibû û cotkarekî gundê Dîkiyê ew cî dît.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media ewê avêjtkê çalek bi kurahiya nîv metrî çêkiribû, herweha genimê hawîrdorê bi firehiya 10 m çargoşe şewitandibû.