Li ser banga Encumana Xwecih li Amûdê  ya Encuman Niştimanî Ya Kurd Li Sûryê ENKS, xwepêşandanek ji bo piştgiriya Kobanê li dijî êrîşên Dewleta Islamê Li Iraq û Şamê (DAIŞ) derket, roja şemiyê 20-5-2014.

Xwepêşnadêr bi sedan li navenda bajarê Amûdê kom bûn di demjmêr pencê êvarê de, û bi kêlîkek bêdengî li ser canê Pakrewanên kurd û pakrewanên şoreşa Sûrî pêşandanê destpê kir û bi rê ve çû, û siloganên piştgiriya Kobanê bilind kirin, her wiha doza ruxandina rêjîma Esed û yekrêziya gelê kurd kirin dijî êrîşên Daişê li ser devera Kopanê.

Endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya kurd li Sûrî Enwer Naso gotinek di dawiya xwepêşandanê de pêşkêş kir û got” kes nikare bi tena xwe berevaniyê di ber miletê kurd de bike, û îro yekrêziya gelê kurd pêwîst e”.

Enwer Naso di gotina xwe de tekez kir li ser yekrêziya gelê kurd û got” kesê ku nahêle miletê kurd bervaniyê di ber xak û namûsa xwe de bike ew xiyaneteke  mezin dike”.

Tê zanîn ev çend roj in devera Kobanê rastî êrîşên Daişê tê, û nêzî 50 hezar kes penaberî

ku.etilaf.org