Yekîtî Media 17/2/2017
Di encama bombebarana artêşa Tirkiyê ji bajarê Babê re 45 sivîl hatin kuştin.
Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ku di 24 demjimêrên borî de û di encama bombebarana artêşa Tirkiyê li ser bajarokê Babê 45 kesên sivîl hatin kuştin, ku di nava wan de 18 zarok in û 14 jin hene.
Li gor Rewangehê, ji encama operasyona Tirkiyê li wî bajarî ji Mijdara 2016an ve û heta niha derdora 400 welatiyên sivîl li Babê hatine kuştin.