Yekîtî Media 10/2/217

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya-Şaxê Hesekê, îro înê 10 sibatê 2017, şevbuhêrkek helbestî û hunerî li bajarê Hesekê li baregeha Encûmena Niştimanî Ya Kurd lidarxist.

Helbestvanên ku beşdarî şevbuhêrkê bûn ev bûn:

Mehmûdê Sebrî, Mehmûd Hesen EL-Hac, Seyfeddîn Qadirî, Hewas Bişo, Silêman Cewher, Feyrûz Reşik, Jînda Mihemed, Enes Qasim, Novîn Xidir, Mihemed Şêxe.

Helbestvanên beşdar helbestên xwe bi zimanê kurdî û yê Erebî pêşkêşkirin, herweha herdû hunermendên hêja Masûm Şikakî û Nisrîn Ehmed bi çend stranan beşdarî şevbuhêrkê bûn.

Şevbuhêrk bi amadebûna endamên xwecihiya Hesekê ya ENKSê û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl birêveçû.