Yekîtî Media 9/2/2017
Asayişa PYD, îro pêncşemê 9ê sibatê, endamê partiya Yekîtî ya Kurd Hisên Umer li bajarê Girkêlegê binçavkirin.
Nûçegihanê Yekîtî Media li Girkêlegê ragihand, ku asayişa PYD bi sê turmpêlan dikana Hisên Umer li cadeya şaredariyê li Girkêlegê dorpêçkirin, û ew binçavkirin û kompyutera wî desteserkirin, û ew berve cihekî nenas ve birin.
Herweha asayişa PYD îro serkirdeyê Şepêla Paşeroj ya Kurd û endamê emîndariya giştî ya ENKSê Fadî Mir’î li bajarokê Çilaxa binçavkirin, dema ku ew ligel şandekê ji hevalên partiya xwe di riya Qamişlo de bûn jibo pîrozbahiya gritiyên ku ji zindanên PYDê hatin serbest berdan.