|
|
|
Banga Piştgiriyê ji bo Prof. Ismaîl Beşikçî |
|
|
|
|
Nîviser sileman
|
|
Şemî, 24 Tîrmeh 2010 02:21 |
|

Bêguman, xebatkar û tekoşerê nasdar Prof. Ismaîl Beşikçî , bi nivîsên xwe yên li ser Kurd û Kurdistanê, li seranserê cîhanê navdar e û ji ber nerîn û dîtinên xwe, bîr û baweriyên xwe yên azad û demoqrat hefde salan - ji jiyana xwe- di zindanên Tirkan de bûrandiye. Piştî ko bi qanûna 4304 a efûyê bi şert hatibû berdan; Beşîkçî dîsa bo doza kurd û Kurdistanê tê dadgehkirin û ji sedemê nivisek wî ya li ser maf û tekoşîna gelê kurd, 8,5 sal cezayê hebsê tê xwestin.
|
|
Nûkirina dawî: Şemî, 24 Tîrmeh 2010 13:54 |
|
Bixwîne...
|
|
Human Rights Watch dibêje: Çewisandina Kurdan ya fermî piştî 12ê adarê zêdetir bû |
|
|
|
|
Nîviser Gelawej
|
|
Şemî, 17 Tîrmeh 2010 14:52 |
|

Yekîtîmedia- Di 16/7/2010 raporta dezgeha çavdêriya mafên mirov, Human Rights Watch ya bi navê ´dehsalên windabûyî: Rewşa mafên mirov li Sûriye di dehsalên pêşîn ji desthilatdarya Beşar Elesed´ derket.
Raporta ji 33 rûpelan pêk tê, dide xuyakirin, serokê Sûriyê Beşar Elesed sozên xwe yên di warê azadiyên giştî û mafên mirov de, bi cih ne anîn. Yek ji wan sozan derxistina yaseyên nû di derbarê berfirehkirina hevpariya ramyarî û ya civaka sîvîl. Sozda dana mafê hemwelatiyê ji bo 300 hezar Kurdên bê nasname jî bi cih ne anî.
|
|
Bixwîne...
|
|
|
Ji KOMKAR: bang bo raya giştî û dezgehên navneteweyî |
|
|
|
|
Nîviser Gelawej
|
|
În, 25 Pûşber 2010 19:58 |
|
Ji KOMKAR.eu bang bo raya giştî û dezgehên navneteweyî:“Ji bo ku dev ji tund û tûjiyê berde, zexta li ser Tirkiyê zêdetir bikin!”
Li Kurdistan û Tirkiyê tund û tûjî zêdetir dibe. Çiya û daristan tên bombe kirin, êrîşî qereqolan tê kirin, mîn diteqin, di bajaran da ji sedema bombeyan mirov tên kuştin. Şîn û giriyên malbatan erş û ezmanan digre. Dewletên Tirk û Îran êrişî Kurdistana Başûr dikin. Leşkerên herdu dewletan dikevin nav axa Kurdistana Azad û dixwazin li herêmê bê aramiyê pêk bînin û amadekariya dagirkirina parça azad ya welatê me dikin. Dijminên Kurd û demokratiyê daxwaza Rewşa Awarte dikin.
|
|
Bixwîne...
|
|
Daxwyanîk ji Hunermend Zubêr Salih |
|
|
|
|
Nîviser Gelawej
|
|
Duşem, 08 Avdar 2010 14:48 |
|
Heger karin Ronahya Rojê bigrin wê karibin Roj TV jî bigrin jiber Roj TV dengê Miliona ye ü bingeh xwîna Şehîdaye ü dengê Miletekî go bi hezarê salane li pê doza xwe ne Wê çawa Ronahiya Rojê bigrin.
|
|
Bixwîne...
|
|
|
|
|
|
|
Rûpel 1 Ji 3 |