Malper
Lêgerîn
Mêvan
Anha 1 Mêhvan Di Malperê deRapirsîn
Endam
bêhtir hatiye xwendin
- HRW navên 42 girtiyên windayî belav dike û eşkerekirina çarenivîsa wan ji Sûriye dixwaze
- Yekitiya Dadwerên Elman xelata xwe ya mafên mirov a îsal dide parêzerê sûrî yê girtî Enwer Elbunî.
- SERSAXÎ / Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê - Rêxistina Ewropa
- Kongereya 6.an a partiya Yekîtî: Çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriyê, bi xwesteka autonomiyê ye
- Pevketin di navbera cemawerên fûtbolê û hêzên ewlekariyê de li Hesekê.
Hîna kujerên rewanpakên Newrozê azad in
Hîna di kushtin û girtinê de berdewam in![]()
Her Newroz hûn bimînin di rewanpakiyê de![]()
| Nivîskareke sûrî hate girtin |
|
|
|
Yekitimedia/ Gelawej- Li gor jêderên mafnasî yên sûrî, hêzên ewekariya dewletê keça 19 salî, Tal Elmilûhî berî 2 mehan ji ber nivîsên wê ew girtine. Di 27/12/2010an de ew vexwestibûn lêpirsînê, piştre vedorgerokek ewlekariya dewletê bi ser mala wê de girtin, ew girtin û dest danîn ser kompyûtera wê. Tal Elmilûhî hîn ji girtî ye û malbata wê nikarin ti agahiyan bi dest bixin. Tal di 1991 li Hims ji dayik bûye, ew tê naskirin bi jîrbûn û zanebûna xwe. Di bloga xwe de gelek gotar û helbest nivîsîne. Tal ne yekem jina girtî ye û wê ne ya dawî jî be heta ko desthelata Ba`sî , ya ewlekarî û devgemkirinan hebe û rê nede hemwelatiyên xwe bi azadî xwe derbirînin û hevbeş bin di avakirina welatekî demokrat û wekheviyê misoger bike. Rejîma sûrî berî demekê nivîskara sûrî Rexda Hesen jî girtibû ji ber raman û nivîsên wê. Herweha di 2/3/2010an de çalakvana kurd, endama dezgeha kurdî ya mafên mirov Nadire Ebdo hatibû girtin û ew piştî 3 roja serbest hate berdan. Ji bo wan, ji bo gelekên weke wan û ji bo hemû jinên tekoşer û wêrek di zindanên rejîma Ba`s de: 8ê adarê hêvî be, xebat be, azadî be, pîroz be!
|



08.03.2010