top
logo

Búghere

Lêgerîn

Mêvan

Anha 1 Mêhvan  Di Malperê de

Rapirsîn

Gelo partiyên kurd li Rojavayê Kurdistanê dikarin dezgeyeke neteweyî ya hevbeş damezrînin
 

Endam




Destpêk Nûçe Nivîskar û lêkolîner Rezo Osê koça dawî kir

Hîna kujerên rewanpakên Newrozê azad inHîna di kushtin û girtinê de berdewam in
Her Newroz hûn bimînin di rewanpakiyê de

 

 

Nivîskar û lêkolîner Rezo Osê koça dawî kir Çap Ji Hevalê xwere rêbike

 

05.03.2010

Yekitimedia- Doh 4 adarê nivîskar, lêkolîner û welatparêzê kurd Rezo Osê koça dawî kir. Bi navê Yekitimedia em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin.

 

 


Kurtenasnameya Rezo Osê

Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsyayê Osê ye . Roja 10.10.1950 li gundê Dekşûrî /Cizîrê -parêzgeha Hisiça,herêma Qamişlo hatiye jiyanê.Xwendina xwe,ya seretayî li gundê Tenûrî, gundê sînordaşê Dekşûrî kuta kiriye.Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamişlo bi dest xistine . Bi navên : Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye, wilo jî di malperan de , ji wan : Stêr; Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî; Zanîn….


Ji havîna sala 1970 de dest bi nivîsandinê kiriye . Gelek gotar û lêkolîn belav kirine. Wilo jî, helbest, keveşop û nûjen nivîsiye, şano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko; Libhinarê;Bavê Hepûn;Şengê û Pengê; Finda Şemal çap kirine . Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr.M.Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêşkêşkirina herdu navan hatine çapkirin. Bi kurtî:


1972 - 1974 Endamê komîta berpirsiyariya kovara "Şoreşgêr", ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû,maye.

Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn,ko sê pirtûk li Berlîna Rojava çap kirin Dîwana S. Hêzanî,bi Kurdî. Helperkên Kurdî, yên folklorî, bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber hebûna xwe de dike, bi zimanê Elemanî.


1977 kursê fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko, ji grûpek xortên Kurd yên zanîngehê re vekiriye.


1977 Bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda Kawa bo wêjeya Kurdî" dameznerên vê

hevbendê : Bavê Nazê; Dr.M.E.Najarî; Dr.S.Mulla û Rezo bûn / ko li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk bi zimanê Erebî,çi wergerandin,çi jî afirandin/ dane weşandin.


1978 – 1980 Bûye endamê " komîta amadekar " bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanênKurd li Ewropa, ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.


1980 – 1981 Berpirsiyariya belavoka " Ronakbîr ",li Sûriya,kiriye.


1982 – 1984 Bi Bilûrvan re serkêşiya fêrbûna "Kursên zimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.


1983 – 1993 Berpirsiyariya kovara "Stêr",bi Bilûrvan re weku damezrêner , paşê bi Dilovan û hin rewşenbîrên din re kiriye.


1993 - Endamê komîta berpirsiyar e di kovara "Pirs" de.


2002 - Endam û yek ji damezrênerên " Komîta xelata Cegerxwîn" e.


2003 - Bûye endamê komîta şêwirdarên kovara "Pêl" ko li Elmaniya der tê.Vê salê jî bûye endamê "PENa" Kurd.


2003 – Vexwendî çalakiyên sedsalaliya Cegerxwîn, li Amedê û Izmîrê,bûye.Li wir " Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêşkêş kiriye.


2004 – Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya "rojên wêjeyê li Amedê" bûye û beşdarî kiriye.


2005 – Endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk bû,ko di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.


2005 – Vexwendiyê festîvala rewşenbîrî ya yekemîn li Duhokê bû, da lîkolînekê li ser " hevoksaziya Kurdî " . pêşkêş bike . Lê ji ber sedemên rewşa navwelatî / di navbera Sûriya û خraqê de/ nikarîbû amade bibe,tenha lêkolîna xwe rê kir.


2006 – Endam û çalakdarê festîvala rewşenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.

Di destpêka miha êlûna sala 2005 an de, pênc pirtûkên çîrokên zarokan,li Sûriyê,bi rêdaneke fermî / çapkirin û belavkirin / di bin sernavê " Çîrokên Kurdî gelêrî yên zarokan " bi zimanê Kurdî û Erebî,hatine çapkirin.

 

1. Dîk-Dîko / çapa didiwa / çar çîrokan himbêz dike / Çapa yekê sala 1991/:
a. Rovî – beranê kovî .
b. Kerê pistkurmî .
c. Kêça kezîkur .
d. Dîk-Dîko .

2. Libhinarê / çapa didiwa / çar çîrokan himbêz dike/Çapa yekê sala 1991/:
a. Destbiratiya Rovî û Melê .
b. Libhinarê .
c. Gurê tirsonek .
d. Pîrê û Rovî .

3.Bavê Hepûn / Çapa yekê / :
a. Bavê Hepûn .
b. Hirçê û Mihemedoko .
c. Kero hevsarzero .
d. Kêza Kêzxatûn .

4. Sengê û Pengê /Çapa yekê / :
a. Sengê û Pengê .
b. Gurê har .
c. Keçên Pîrê .
d. Beq û Tûpisk .

5. Finda Semal / Çapa yekê / :
a. Finda Semal .
b. Gavan û Gur .
c. Mih û Gur .
d. Fatika Gavan .


Ev çîrokên zarokan yên gelêrî danehev û wergerandin im.Li ser qapê hundir jî, ev informasiyon hatine nivîsîn :

Qap û wêne : Hunermend endizyar , Necah Osman .
Deqên Kurdî : A.Ossi / Rezo / .
Deqên Erebî : M. Najarî .
Lêvegera deqên Erebî : Sêx Tawfîq El-Huseynî .


" Dar All-Hassad "
Sam , Sûrîya 2005
Hêjayî gotinê ye,ko rêdana çapê ,bo pirtûkên 1;2 û 3 sala 1991 hatibû wergirtin, lê bo hin sedeman , di dema xwe de,nehatin çapkirin,da nû îsal roniyê bibînin.Bo vê yekê hin cudahî di navbera deqên Erebî / wergerandina sala 1991 ê / û yên Kurdî / sererastkirin , pistî

bidestxistiona hin formên nû ji çîrokan / de têne pelandin.

Jêder: http://hem.passagen.se/zagros/dost/rezo.htm

http://www.saradistribution.com/rezoOse.htm

 

 

bottom

تصميم Joomla!. Designed by: Joomla Themes, personal hosting. Valid XHTML and CSS.