top
logo

Búghere

Lêgerîn

Mêvan

Anha 3 Mêhvanen  Di Malperê de

Rapirsîn

Gelo partiyên kurd li Rojavayê Kurdistanê dikarin dezgeyeke neteweyî ya hevbeş damezrînin
 

Endam




Destpêk Nûçe Yekitiya Dadwerên Elman xelata xwe ya mafên mirov a îsal dide parêzerê sûrî yê girtî Enwer Elbunî.

Hîna kujerên rewanpakên Newrozê azad inHîna di kushtin û girtinê de berdewam in
Her Newroz hûn bimînin di rewanpakiyê de

 

 

Yekitiya Dadwerên Elman xelata xwe ya mafên mirov a îsal dide parêzerê sûrî yê girtî Enwer Elbunî. Çap Ji Hevalê xwere rêbike

Yekitimedia- Lava Derwêş:
Di ahengeke mezin de, serokê Yekitiya Dadwerên Elman xelata yekitiya xwe ya mafên mirov  radestî  rêzdar Kamil Elbûnî birayê Parêzerê Sûrî , yê girtî û  xelatkirî , kir

Ji ber ku hevsera Enwer Elbûnî  nikarîbû ji Sûriyê derkeve û beşdarî ahengê bibe, birayê parêzer Enwer Elbunî, Kemal Elbunî, yê ko li Parîsê dimîne beşdar bû û xelat  wergirt.

Piştî xelatgirtinê serokê Elmanya federal Horst Kohler, di seraya serokatiyê de, pêşwazî  Kemal Elbûnî kir dako piştgêriya xwe bi bervanerê mafên mirov ê sûrî yê girtî Enwer Elbûnî re diyar bike.

 

Di ahenga xelatgirtinê de ya ko jimareke mezin ji perlemanter û kesayetiyan amade bibûn wek serokê komîteya dadê ya perlemantoyê, nûnerên hin dadgehên Elmaniya û nûnerên rêxistinên mafên mirov wek Amnesty International, Serokê Yekitiya Dadwerên Elman diyar kir ko xelata Yekîtiya Dadwerên Elman a mafên mirov ev cara dehê ye ko tê dayîn û vê carê dire ji Parêzer Enwer Elbunî re wek rêzgirtin  ji têkoşîna wî ya dûr û dirêj bo bi cihanîna azadiyê û demokratiyê di Sûriyê de.

Profesorê mafnasiyê di zanîngeha Humboldt de, Christian Tomuschat peyveke rêzgirtinê pêşkêş kir û got cihê mixabiniyê ye ko Enwer Elbûnî ji bo wergirtina xelata xwe ne beşdar e. Berdewam kir û got gunehê Elbunî tenê xwesteka wî ji eşkerekirina rewşa kuştina girtiyekî di zindanê de bû.

 

Tomuschat li ser têkoşîna Elbûnî axivî û got: Enwer li Sûriyê dest bi berevaniyê di ber kesên binçavkirî de, di salên heftêyan de kir. Ew hevparê sazkirina komîteya berevaniya mafên mirov bû. Ligor desthelatê ew metirsiyek bû, ji ber vê yekê desthilatê  xwest wî  ji hêz bixîne û wî kedî bike.

Gava wî bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê navenda mafên mirov li Şamê vekir, biryara girtina navendaê hate standin û Elbunî rastî gelek tengavkirinê bû, û bi tawana  hevkariyê di pêkanîna berjewendiyên welatên rojava de hate tawankirin.

 

Herweha profesor Tomuschat behsa sedemek dî ji girtina wî re kir û ew jî imzekirina wî li ser Ragihandina Beyrût-Şam bû ya ko komek ji rewşenbîrên herdu welatan danîbûn û tê de daxwaza peywendiyên hevhêz di navbera Sûriyê û Libnanê de kiribûn.

 

Elbunî bi sazkirina rêxistinek veşartî û ne rewa tawanbar bû, û ew xistin zindana gunehkarên normal û ji hêla girtiyan û çavdêrên zindanê ve rastî lêdanê hat.

 

Tomuschat behsa komîta mafên mirov ya Neteweyên Yekbûyî kir û got: Sûriye ji hêla vê rêxistinê ve tê rexnekirin û komîte raportan li ser rewşa hemû welatan derbarê mafên mirov de amade dike, û ew dê raporta xwe ya giştî li ser Sûriyê di sala 2011`an de amade bike.  Hingî wê dema rastiyê derkeve.

 

Tomuschat berdewam kir û got Enwer Elbûnî ji malbatek naskiriye bi xebata xwe derbarê azadiyan û mafên mirov de û ew tenê daxwaza bi cihanîna yaseyê dike û pêkanîna mafan. Wî weha berdewam kir: em bi rêzgirtin li berxwendan,  bawerî û vîna wî ya hêzdar dinerin, em ji rejîma Sûriye dixwazin ko wî serbest berde û jiyana wî misoger bike.

Hêjayî gotinê ye ko birayê Enwer Elbunî, yê din nivîser Ekrem Elbunî jî ji ber berevanî û çalakiyên b mafên mirov û komelgeha şaristanî ve girêdayî di zindanê de ye. Berî anha jî bi sedemên baweriyên ramyarî gelek salan di zindanan de maye.

 

Xelata Yekitiya Dadwerên Elman a mafên mirov: peykerê du kesên  hevgirtî û bawernameyek taybet e.

 

Kemal Elbunî piştî wergirtina xelatê, spasiya yekîtiya dadweran, wezîr û nûnerên civaka sîvîl kir. Û got “ev xelat buhagiran e, ji ber ji welatekî weke elmanya hatiye ko dezgeha dadwerên wê dûrî dezgeha dewletê û desthelatê ye.

Kemal Elbunî spasîya wezîra dadmendiyê, ya ko di ahengê de beşdar bû kir û jê re girîngiya beşdariya wê wek piştgiri bo hemû têkoşeran re da xuyakirin û got beşdarbûna we ji bo hemû berevanên mafên mirov li cîhanê giring e. Enwer bêhêvî nabe, berevaniya karê xwe weke parêzer  dikir û wê bike”.

 

 

 

 

 

bottom

تصميم Joomla!. Designed by: Joomla Themes, personal hosting. Valid XHTML and CSS.