Malper
Lêgerîn
Mêvan
Anha 5 Mêhvanen Di Malperê deRapirsîn
Endam
bêhtir hatiye xwendin
- HRW navên 42 girtiyên windayî belav dike û eşkerekirina çarenivîsa wan ji Sûriye dixwaze
- Yekitiya Dadwerên Elman xelata xwe ya mafên mirov a îsal dide parêzerê sûrî yê girtî Enwer Elbunî.
- SERSAXÎ / Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê - Rêxistina Ewropa
- Kongereya 6.an a partiya Yekîtî: Çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriyê, bi xwesteka autonomiyê ye
- Pevketin di navbera cemawerên fûtbolê û hêzên ewlekariyê de li Hesekê.
Hîna kujerên rewanpakên Newrozê azad in
Hîna di kushtin û girtinê de berdewam in![]()
Her Newroz hûn bimînin di rewanpakiyê de![]()
| HRW navên 42 girtiyên windayî belav dike û eşkerekirina çarenivîsa wan ji Sûriye dixwaze |
|
|
|
yekitimedia - Îro dezgeha Çavdêriya Mafên Mirov (Human Rights Watch) got : “piştî 18 mehan ji yaxîbûna zindana Seydnaya, divê desthelata Sûriyê di zûtirîn dem de çarenûsa girtiyên windayî eşkere bike, buyerên zindanê venasîne û destûra seredanê bide malbatên girtiyan”.
Çavdêriya Mafên Mirov lîsta navên girtiyên zindana Seydnaya yên windabûyî belav dike. Dezgehê dikarîbû navê 42 girtiyên windabûyî bi dest bixe.
Weke tê zanîn di tîrmeha 2008`an de girtiyan yaxîbûnek di zindana Seydnaya de pêk anîn. Karmendên zindanê û polîsên leşkerî çek li dij wan bi kar anîn û ji wê demê ve ti agahî li ser wan tune. Di zindanê de 1500-2500 girtî hene.
Hêjayî gotinê ye ko gelek ji wan 42 girtiyan dema zindana wan bi dawî hatiye û gerek bû serbest bên berdan. Hinek din jî hîn dihatin dadgehkirin, lê dadgehên wan hatin bi paşxistin bê ko dadwer sedemê eşkere bike. Ta roja îro Sûriye ti agahî ser buyerên Seydanya û navê kuştî û birîndaran ji raya giştî re eşkere ne kiriye.
Li gor yaseya navneteweyî ya mafên mirov û danezana navneteweyî ya mafên sîvîl û konevanî, ya ko Sûriye ew pê bawerdan daye, qedexe ye kesek bê bingeheke yaseyî û bi zorê bê girtin û nabe kesek girtî bimîne piştî bidawîhatina dema sizayê. Li gor rêzikên NY ji mafê girtiyan e, pêwendiyê bi derdora xwe re bikin û nabe tûndî li dij wan bê bikaranîn ji bilî di rewşên awarte de.
Li jêr navên girtiyan ko Çavdêriya Mafên Mirov doza xuyakirina çarenivîsa wan kiriye: 1- Xalid Elî Xalid 2- Umer Seyid Hisên 3- Mihemed Nasir 4- Nasir Nasir 5- Ehmed Mer`î 6- Mihemed Mer`î 7- Basil Mdaratî 8- Ziyad Kêlanî 9- Mihemed Izeldîn Diyab 10- Mihemed Elteyib Dirdar 11- Ehmed Mehmûd Elşêx 12- Amir Ebdilhadî Elşêx 13- Xalid Cumma Ebdilal 14- Ehmed Elî Heraniye 15- Xalid Hemamî 16- Mihemed Elî Heraniye 17- Ebdilmutî' Kêlanî 18- Ne`îm Qasim Merwe 19- Mihemed Ebdilhefîz Kêlanî 20- Husên Cum`a Otman 21- Samir Ebulxêr 22- Nizar Ristnawî 23- Elî Necîb 24- Ebdilmu`tî Ebdilhelîm 25- Faris Oste 26- Besam Hasrî 27- Firas Enwer Şqêr 28- Enwer Mihemed Şqêr 29- Cemal Heses 30- Mihemed Ebdilxelîl 31- Xalid Elzefan 32- Ehmed Mehmûd Fenîş 33- Mihemed Izedîn Elmuxtar 34- Nidal Xelîl Kasim 35- Qusay Mihemed Sûdî 36- Ebdilfetah Mihemed 37- Mihemed Mehmûd Qer`îş 38- Mihemed Ewad Dirbas 39- Xidir Selman 40- Bilal Selman 41- Mihemed Selman 42- Tehsîn Memo
Yekitimedia, L.D
|



Human Rights Watch navên 42 girtiyên windayî belav dike û eşkerekirina çarenivîsa wan ji Sûriye dixwaze